8 April 2026 - 01:15
Source: Kurdpress
Serkonsolosxaneya Îranê li Silêmaniyê: Ti dijminatiya me bi hikûmet û gelê Herêma Kurdistanê re nîne

Îraq û Herêma Kurdistanê - Konsulxaneya Îranê li Silêmaniyê amaje bi pêwendiyên dîrokî û dirêj ên navbera Îran û Herêma Kurdistanê kir û tekez kir, ku êrişên vê dawiyê yên li dijî Silêmaniyê bi ti awayî nayê wateya dijminatiya Herêma Kurdistanê, belku tenê cihên girêdayî Amerîka, Îsraîl û dijminên Îranê kirine armanc.

Rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlul Beyt (s.x) – ABNA–Li gorî rapora Kordpress`ê, Serkonsolosxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Silêmaniyê di civîneke çapemeniyê de ragihand, her cihekî ku weke baregeh û cihek ji bo komên Amerîkayê, Îsraîlî û opozîsyona Îranê were bikaranîn, dê bibe armanca êrişên Îranê.

Konsulxaneya Îranê tekez li ser wê yekê kir ku ev êrîş bi ti awayî nayê wateya dijminatiya li gel herêma Kurdistanê û amaje bi hebûna peywendiyên dîrokî û demdirêj di navbera her du aliyan de kir.

Serkonsolxaneyê herwiha eşkere kir ku di dema danûstandinên wan bi rêya Omanê re, êrîş li dijî Îranê hatine encamdan û gelek ziyan gihîştiye jêrxaneya sivîl û saziyên giştî yên welat. Ji ber vê sedemê jî Îran mafê bersivdayînê diparêze.

…….

Dawiya Peyam/

Your Comment

You are replying to: .
captcha